Herêma Kurdistanê piştgiriya pêvajoya aştiyê dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re ragihand ku amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina her piştgiriyekê bo serkeftina proseya derbirî.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya temam li pêngavên aştî û çareseriyê li Tirkiye dike.”
Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmetê de, amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her alîkarî û hevahengiyekê jî anî ziman.
Dizeyî ragihand jî ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî li pêngavên dawî yên pêvajoya aştî û çareseriyê dike, ku têde 10 xalên taybet bi pêngavên bên hatine pêşkêşkirin.”
Roja 28.02.2015, Parlementerê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirrî Sureya Onder peyama rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan ji bo prsoeya aştî û çereseriyê xwend, ku têde 10 xal wek bingeh ji qonaxa bê ya proseyê re nivîsandibûn, xala herî girîng jî daxwaz encamdana kongreyê çekdananê ji aliyê PKK ve bû.
Navborî tekez li ser wê yekê jî kir ku: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wek çawa ji destpêkê de alîkar û pişgtir bû ji proseya aştî û çareseriyê re, dê her bimîne jî û hemû alîkrî û piştgiriyekê ji bo serkeftina pêvajoya aştî û çareseriyê pêşkêş bike û di vê derbarê de wê rola xwe ya pêwîst bilîze.”




