Şingal.. Pêşmerge êrişeke DAIŞê têk bir.. 20 çekdar hatin kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere kir ku, îro piştî nîvro terorîstên DAIŞê bi xerabî êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan.
Emîd Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro terorîstên DAIŞê bi 2 otomobîlên pir bombe êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge di cih de yek teqandin û ya din jî dan ber bombeyan. Piştre wan çekdaran bi meşê êriş kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û gellek çekdarên wan kuştin û ew neçar kirin ku birevin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Derdora 20 çekdarên wan hatin kuştin û niha rewş aram bûye û em berdewam di amadebaşiyê de ne.”




