26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Jiyan li Mexmûrê pir aram bûye..Tevgera DAIŞê nemaye

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Şaredarê Mexmûrê ragihand ku, rewşa wê deverê pir aram bûye û xelk bi karê xwe daketîne. Herwiha Fermandarê Fermandeya Hewlêrê jî dibêje, rewşa Eniya Giwêr – Mexmûr pir aram e û terorîstên DAIŞê bi awayekî lawaz bûne ku tevger nema ji wan çêdibe.

Îbrahîm Şêxela Şaredarê Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa bajarokê Mexmûrê ker û pir aram e. Welatî jiyana xwe dikin û fermangehên hikûmetê jî karê xwe dikin. Kareba û av û xizmet hene.”

Şêxela derbarê girîngiya wê navçeyê bo DAIŞê dibêje: “Terorîst dixwazin xwe nêzîkî Hewlêrê bikin, lê Hêzên Pêşmerge tirsa wan li ser devera Mexmûrl nehiştine.”

Ji aliyê xwe ve, Emîd Serdar Murtike Fermandarê Fermandeya Hewlêrê jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa eniya Giwêr – Mexmûrê pir aram e û Hêzên Pêşmerge çeperên xwe bihêz kirine û terorîstên DAIŞê bi awayekî lawaz bûne ku tevgera wan nemaye.”

Nûçeyên têkildar