Kerkûk.. Hêzên Pêşmerge 5 terorîstênDAIŞê kuştin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê ragihand ku, piştî ku duhê Hêzên Pêşmerge di operasyoneke berfireh de deverek berfireh rizgar kirin, 5 terorîst li gundekî xwe veşartibûn û ew jî hatin kuştin.
Muqedem Necat Xule Berpirsê Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e duhî Hêzên Pêşmerge li eniya başûr û rojavayê kerkûkê serkeftineke mezin bidest anîn û devereke berfireh û girîng ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin, lê 5 5 terorîstên DAIŞê xwe li gundekî nû azadkirî bi navê Sexre de veşartibûn, û îro me karî em wan bibînin û her 5 kesan bikujin.”




