26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kampanyaya paqijkirina Kobanê dest pê kir.. 30 hezar kes vegeriyane

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, vegeriyana xelkê Kobanê bo ser mal û hale xwe berdewam e û niha jî kampanyayeke bo paqijkirina wî bajêrî dest pê kir.

Telet Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku bajarê kobanê û derdora wê ji terorîstên DIŞê hat paqijkirin, niha xelk bi berdewam vedigerin ser mal û halê xwe bi taybetî xelkê gundan, ji ber ku nava Kobanê bi temamî wêran bûye.”

Emîd Telet wiha got: “Niha kampanya pajijkirina bajêr ji paşmayên şer bi ciddî dest pê kiriye.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand: “Rojane bi berdewam xelk vedigerin Kobanê, ku heta niha derdora 30 hezar kes vegeriyane û vegera xelkê berdewam jî dike.”

Nûçeyên têkildar