25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê kantonên Rojava: Peyama Serok Barzanî pêngava yekem e bo avakirina Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dibêje, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê avakirina bajarê Kobanê pir girîng e û ew bi germî pêşwaziyê lê dikin, ji ber ku pêngava yekê ye bo avakirina Kobanê.

Fethula Husênî Nûnerê kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo avakirina Kobanê û pêşkêşkirina alîkariyê bo Kobanê peyameke girîng e û kurdane ye û em bi germî pêşwaziyê lê dikin, ku karî bi pêwendiyên xwe yên deplomatîk bangî hemû cîhanê bike ku alîkariya Kobanê bikin.”

Husênî wiha got: “Heta çend rojên din dê gellek dewlet bersiva wê bangê bidin, ku ev pêngava yekemîn e bo avakirina bajarê Kobanê, ku em jî li hêviya wê bangê bûn ku ew yekem kes be vê bangê dike û bi rastî jî ew kar kir.”

Nûnerê kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê wiha domand: “Kobanê hîn pêwîstiya wê bi Hêzên Pêşmerge heye, ku hevahengiya wan ligel şervanên YPGê heye û niha herêma Kobanê rizgar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.

Serok Barzanî Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.

Nûçeyên têkildar