26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bersiva Kosret Resûl da: Serketinên îro yên Pêşmerge dilê hemû Kurdistaniyan şad kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bersîva peyama Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dide û radighîne ku, Serketinên îro ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek hêvî bexşin û dilê hemû Kurdistaniyan şad kir. Serxweşiyê li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyên ezîz dikim ku xwîna wan bûye hevêna serketinên îro û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Ev jî tekesta wê nameyê ye:

Birayê Kak Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Silavekî germ...

Peyama cenabê we ya di derbarê serkeftinên Pêşmerge li Başûr û Rojavayê Kerkûkê û têkşikandin û ravedûnana terorîstan gihîşt.

Serketinên îro ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek hêvî bexşin û dilê hemû Kurdistaniyan şad kir. Serxweşiyê li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyên ezîz dikim ku xwîna wan bûye hevêna serketinên îro û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Destxweşiyê li we û hemû Pêşmerge û Femandeyên qehreman dikim ku vê serketina mezin tomar kirine. Spasî dilêrî û hîmeta we hemûyan dikim û ev serketin li gelê Kurdistanê jî pîroz bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.03.201

Nûçeyên têkildar