Emîd Serhed: Me zû kaşên Simaylawe û 3 gundên navçetên rizgar kirin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand ku, îro seat 06:30 dest bi operasyoneke berfireh li dijî terorîstên DAIŞê li kaşên Simaylawe û 3 gundên din û her zû ew dever kontrol kirin.
Emîd Serhed Qadir Berpirsê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro seat 06:00 balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi tundî li çeper û navendên DAIŞê dan û piştre seat 06:30 me wek polîs dest bi operasyona xwe kir û piştî şerekî giran me karî metirsiyê li ser Kerkûkê dûr bixin, ku me serkeftineke mezin bidest anî.”
Derbarê rol û çalakiyên polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê, Emîd Serhed Qadir wiha got: “Em wek polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê me roleke girîng di vê operasyonê de dît, ku me karî kaşên Simaylawe ku bêtirî 15 km e û cihekî setratejîk e û pişka me bû ji vê operasyonê, di demeke kurt de rizgar bikin û piştre me êriş kir ser gundê Sexreyê ku li wir şerekî pir giran derket û bêtirî 10 terorîst hatin kuştin û niha em li wî gundî ne, ku di bin kontrola me de ye.”




