25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

350 çekdarên DAIŞê li Enbarê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Di operasyonekê de ji bo azadkirina bajarokê Kereme yê Enbarê de, 350 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyaneke madî ya mezin giha wê rêxistinê.

Wezareta Navxwe ya Iraqê aşkere kir ku, di operasyona azadkirina bajarokê Kereme de, 350 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein ragihand ku, di operasyona azadkirina Kereme, yê ser bi parêzgeha Enbarê, de ziyaneke madî û mirovî ya mezin giha çekdarên DAIŞê.

Derbarê hûrgiliyên ziyanên ku gihane DAIŞê de Seid Mein got: “20 tankên DAIŞê hatin jinavbiirin, 382 mayîn hatin pûçkirin, 81 malên bombekirî hatin paqij kirin û 350 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Bi gotina Mein, 37 pêgehên DAIŞê di wê êrîşê de hatine jinavbirin.
 

Nûçeyên têkildar