26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin li Kerkûkê bidest anîn..Gellek dever rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê ragihand ku, tevahiya navçe û cihên ku mebesta Hêzên Pêşmerge bûn, azad kirin. Herwiha da zanîn ku ziyaneke mezin gehandin çekdarên DAIŞê û niha navçe di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.

Selîm Sûrçî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge û hêzên polîs û asayîşê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li başûrê Kerkûkê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.”

Sûrçî  wiha got: “Hêzên Pêşmerge bi pilanekê êriş kirin ser Smayîlawa, navçeyên Gubeybe, Telwerd, Mela Ebdulla û Meryem Beg û karîn wan deveran rizgar bikin û ji rêya Hewîce nêzîk bûn.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê wiha domand: “Di vê operasyonê de ziyanên Pêşmerge pir kêm bûn, lê terorîstên DAIŞê gellek ziyan danîn û gellek term li şûna xwe hiştin û reviyan.”

Selîm Sûrçî ragihand: “Tevahiya navçe û cihên ku mebesta Hêzên Pêşmerge bûn, azad kirin.”
 

Nûçeyên têkildar