Serok Barzanî: Pîrozbahiyê li dayikên şehîdan û jinên Kobanê dikim..Rola jina kurd cihê şanaziyê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanî Mesûd Barzanî bi boneya 8ê Adarê roja cîhanî ya jinan peyamek belav kir û tê de ragihand ku, bi dirêjahiya dîroka xebata gelê me beşa jinên me, êş û dijwarî û xweragirî bûye. Herwiha da zanîn ku, rola jin li jiyan û xebata gelê Kurdistanê de dîtiye, cihê şanaziye û em hemû qerzdarê fedakarî û xweragiriya jinên Kurdistanê ne.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Jinên Kurdistanê mînak a xweragirî û fedakariya jinên cîhanê ne. Mînakên wiha ku li yek rojê de termê sê zarok û gedeyên şehîd himbêz digrin ku morala xwe polayînî ji dest nadin û hêjî amadeyê qurbanîdanê ne, dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê jî tijiye ji mînaka dayikên şehîdên bi vî awayî.
Her ji bo vê yekê ew dilêrî û qehremaniya li Pêşmerge tê dîtin ne xerîb e û ne dûrî li çaverêkiriye ye ji ber ku perwerdeya şîr û destên wan dayikên aza û mezinan in.
Niha di demek de em bîranîna salvegera 8ê Adarê dikin ku gelê me di şerekî dijwar de ye ligel dirindetirîn awayê terorîstan. Di vî şerê zalimane yê li ser gelê me de hatiye sepandin xuşkên me yên êzîdî baca jinbûn û kurdbûn û êzîdîbûnê dan û mezintirîn tawan li beranberî wan hate kirin.
Dayikên me şehîdên me yên qehremanên ezîz û xweşdivî ji dest dan. Di vê şerê de beşekî zêdeyê jinên Kurdistanê tûşî dijwariya koçberiyê bûn.
Bi dirêjahiya dîroka xebata gelê me beşa jinên me êş û dijwarî û xweragirî bûye. Ew rola jin li jiyan û xebata gelê Kurdistanê de dîtiye cihê şanaziye û em hemû qerzdarê fedakarî û xweragiriya jinên Kurdistanê ne.
Erkê ser milê me hemûyane bersîva mezina erk û mandûbûna jinên Kurdistanê bidin û maf û daxwaziyên wan binpê nekin û rêz li îradeya wan bigrin û kar ji bo mîsogerkirina wekheviya di navbera jin û zilaman de bikin.
Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li jinên Kobanê dikim ku bi dilêrî û xweragiriyê li şerê terorîstan de hemû cîhanê sersam kir. Pîrozbahiya roja cîhanî ya jinan li dayikên şehîdan û jin û keç û xuşkên şehîdên me yên serbilind dikim û hêviya şadiyê ji bo wan dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”




