26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Banga Serok Barzan bo avakirina Kobanê dîrokî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamenerekî Encumena Nûnerên Iraqê ragihand ku, banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê avakirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pir girîng e û di nava xwe de gellek manayên neteweyî û dîrokî hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.

Serok Barzanî Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.

Dr. Erefat Kerem Parlamenerê Encumena Nûnerên Iraqê li ser Fraseyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê wê peyamê ji malpera KDP.info re ragihand: “Banga Serok Barzanî di vê dema dijwar de dîrok ye û bi piştrastî dê hewlên ciddî ji bo alîkariya Kobanê werin dan. Ev band dê bikeve dîokê, ku tevî vê krîza darayî ya ku Herêma kurdistanê tê de derbas dibe, dê alîkariya bajarê Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin, ku ev yek hêmaya wê yekê ye ku gelê kurd yek e û hemû bi êşa hev dêşin.”

Herwiha ji aliyê xwe ve, nivîskarê kurd ê ji bajarê Kobanê, Mistefa Îsmaîl jî derbarê wê peyamê ragihand: “Banga Serok Barzanî ya dîrokî bo alîkariya avakirina bajarê Kobanê cihê rêzê ye. Rola Serok Barzanî di azadkirina Kobanê de jî hebû bi rêya şandina Hêzên Pêşmerge û anîna piştevaniya navdewleî bi rêya lêdana balafiran.”

Mistefa Îsmaîl wiha domand: “Pêwîstiya Kobanê bi alîkariyan mezin heye bo avakirina wî bajêrî, ji ber ku niha wêran bûye û Herêma Kurdistanê dikare bi roleke mezin di vê barê de bibîne, ew jî ji ber kesayetiya Serok Barzanî li hemû cîhanê.”

Nûçeyên têkildar