Pêşmerge li Naweranê bi tundî li çekdarên DAIŞê dan

Naweran-KDP.info- Cîgirê hêza 3 ya Zêrevanî li eniya Naweranê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge êrişeke çekdarên DAIŞê têk birin û wan terorîstan gellek çek û teqemenî li şûna xwe hiştin.
Husên Elî Cîgirê hêza 3 ya Zêrevanî li eniya Naweranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Seat 04:30 terorîstên DAIŞê li eniya Naweranê li gundê Faxiliye êriş kirin çeperên Pêşmerge û pir ji çeperên wan nêzîk bûn û kêm mabû şer bi naroncekan hatiba kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind bi tundî bersiva wan dan, û bi çekên giran karîn wan bişkînin, û terorîstên DAIŞê gellek çek û teqemenî li şûna xwe hiştin.”
Cîgirê hêza 3 ya Zêrevanî li eniya Naweranê wiha domand: “Ew şer derdora seatekê dirêj kir, tevî ku amareke rast di ber destê me de nîne, lê gellek çekdarên wan hatin kuştin.”




