Hikûmet bo 8ê Adarê: Zilma mezin a derheqê xuşkên êzîdî, yek ji tawanên herî mezin ên mirovatiyê ye

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kudistanê bi boneya 8ê Adarê cejna jinê peyamek ragihand û tê de dibêje, ew zilma mezina derheqê dayik û xûşkên êzîdî hatî kirin, yek ji tawanên herî mezin yên mirovatiyê ye.
Roja 8ê adarê di nav bîreweriyên mirovatiyê de rojeke pirşingdar e, ev bîranîn ku hilgira peyama azadî, wekhevî û lêbihurînê ye. Bîranîna vê rojê, bîranîna xebata berdewama zêdetir ji yek sedem û nîva ye ku, jin, azadîxwaz û wekhevîxwaz li dijî bindestî û îhmalkirina jinan û ji bona azadî, wekhevî û edaletea civakî dixebitin.
Cîyê şanaziyê ye ku, jin li Kurdistanê li meydana xebat û tekoşînê de, tevî ku ew hertim mil bi milê mêran bûn, di heman demê de ew ji jinên her civakeke din têkoşertir bûn.
Dayik û xûşkên me, weke her dayîk, xûşk û keçên şehîdên rêya rizgariya me, hertim xem û wezîfeya giran ya şoreş û berxwdanê ketiye ser milên wan, hertim bi çalakî beşdarî di xebata rizgarîxwaza gel û neteweya xwe de kiriye. Jin li civaka Kurdistanê bi kiryar îspat kiriye ku di hemû warên cudayên geşkirin û pêşkeftina civak û welêt de roleke karîger û sereke hebûye.
Îro, xweragirî, dilsozî û morala dayik, hevjîn, xûşk û keçên her pêşmergeyekî ku, li bereyên şer hebûn û kerameta gel û welêt diparêze, ji qaremanî û dilsoziya wan pêşmergeyan nekêmtir e. Ew zilma mezina derheqê dayik û xûşkên êzîdî hatî kirin, yek ji tawanên herî mezin yên mirovatiyê ye.
Dayik û xûşkên ezîz..Kurdistaniyên xweşdivî
Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi cidî û bi qenaet di karnameya xwe de pirsa wekhevî û mafê jinan weke pirensîpeke sabit a mafên mirov û demokrasiyê, tesbît kiriye û di karnameya xwe de cîyek giring jê re daye.
Niha jî, ji bilî hebûna deste û saziyên hikûmetê yên taybet bi jinan û parasatina mafên wan, li herêma Kurdistanê ji bo xebat û tekoşîna çendîn rêxistinên medenî yên taybetmend bi warê jinan û mafên wan aqarek baş heye.
Ev yek jî wezîfeyeke neteweyî û mirovî ya giring e û hikûmet, tevî berdewambûn li ser piştgiriya van karan, karên zîdetir û karîgertir jî ji bo vê pirsê dike.
Di vê bîranînê de,mji bo wan xûşkên qareman yên di çeperê pêşmergayetî û berxwedanê de ji bo mafên neteweyî û niştimanî canê xwe gorî kiriye, em bejana xwe ditewînin.
Bi germî jî pîrozbahiya hemû jin û wekhevîxwaz û azadîxwazên Kurdistan û cîhanê dikin.
Ber bi civakek wekhevî û xurtkirina kultura lêbihurînê û mirovdostiyê û jiyaneke pirî ji xweşî û pêşketinan.
Bilind û bi rûmet be bîranîna 8ê adarê, roja cîhaniya jinan
Civata wezîrên herêma Kurdistanê




