26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şamo: Em dixwazin fewca kurdên êzîdî berfirehtir bibin da ku navçeyên xwe biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de, Şêx Şemo hebûna kurdên êzîdî di feweke taybet û ser bi Wezareta Pêşmerge ve bi girîng dizane û di wê baweriyê de ye ku ew fewc divê berfirehtir bibe, da ku navçeyên xwe biparêzin.

Şêx Şemo ji malpera PDK.info re ragihand: “Piştî azadkirin Şingalê emê bernameyên nû ji wê deverê re deynin û eger hilbijartin hatin kirin wê dîsa wek niha xelk rêveberiya xwe bikin Şingal beşeke girîng ji Kurdistanê û niha hemû amadekarî bo rizgarkirina wê hatine kirin û pêwîst e derdora wê jî bi temamî were rizgarkirin, lê divê bi bername be.”

Şemo wiha domand: “Ew hêza ku niha ji pêşmergeyên Şingalê pêk tê, ji mafê wan e ku şerefayetiya pêşmerge werbigirin û bibin fewcekî taybet ji Wezareta Pêşmerge, lewma amadekarî hatine kirin da ku ew fewc berfirehtir bibe û navçeya me biparêze.”
 

Nûçeyên têkildar