Şingal.. Tenê hefteya borî 50 çekdar hatin kuştin

Şingal-KDP.info- Berpirsê şerê Şingalê ragihand ku, tenê hefteya borî 50 çekdarên DAIŞê li nava Şingalê hatin kuştin û bêtirî 90 din jî birîndar bûn û roj nîne ku ji ber Hêzên Pêşmerge nerevin cihna din.
Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji pêr ve rewş li Şingalê aram bûye û tenê di hefteya borî de 50 çekdarên wan hatine kuştin û bêtirî 90 din jî birîndar bûne. Lewma niha hejmara çekdarên DAIŞê li Şingalê kêm bûye, ji ber ku ji ber Hêzên Pêşmerge direvin.”
Haşim Sîteyî wiha domand: “Pilana rizgarkirina Şingalê bi dawî hatiye û gellek nemaye ku ew navçe bi yekcarî were rizgarkirin, ji ber ku rizgarkirina wê pir hêsan e û di demeke kurt de wê were rizgarkirin.”




