25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Kurdistanê 165 milyon dînar dide kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê bi qasî 165 milyon dînar alîkariya kurdên êzîdî yên rizgarkirî dike.

Parlamenterê Kurdistanê Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir ku alîkariya wan kesan bike ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.”

Şêx Şamo wiha got: “Parlamento ji ser budceya xwe ya taybet 165 milyon dînar wek alîkarî ji wan kesan re diyar kir.”

Wî parlamenterî wiha domand: “Ew pere dê di carekê de bi ser wan kesan de were belavkirin, bi awayekî ku her jinek 250 hezar dînar û her zilamek 200 hezar û her zarokek jî 100 hezar dînar werbigire.”

Şêx Şamo wiha got: “Piştî azadbûna deverek berfireh ji sînorê Şingalê, rojane hejmarek mezin ji xelkê vedigerin ser mal û hale xwe. Ew navçe ji aliyê ewlehî ve ew navçe parastî ne û ti pirsgirêkên wan nînin, lê pêwîstiya wan bi xizmetan heye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e li ser pêşkêşkirin alîkariyan.”

Tê zanîn ku piştî êrişa çekdarên rêxistina DAIŞê li ser Şingalê xelkê ku nikarîbûn birevin û xwe negihandin Çiyayê Şingalê, ketin destê wan çekdran, ku gellek hatin kuştin û gellek jî hatin revandin û hîna de destê wan de ne.

Nûçeyên têkildar