Ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 500 hezar dolar bo Kobanî

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 500 hezar dolar pêşkêşî kampanyaya nûjenkirina Kobanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.
Serok Barzanî Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.
Piştî wê peyamê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi kampanyayeke berfireh kir li hundir û derveyî Kurdistan bo komkirina alîkariyan bo nûjenkirina bajarê Kobanê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku, wek destpêka kempînê wan 500 hezar dolar pêşkêş kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku, ew di xizmeta peyama Serok Barzanî de ne û da zanîn ku ew peyam piştevaniye bo wan.
Dezgehê daxwaz ji xelkê Kurdistanê li hundir û li derve û ji welatê cîhanê xwest ku alîkariya helmeta avedankirina bajarê Kobanê bikin.




