26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî banga alîkariyê bo Kobanê kir..Kurd xwediyê yek doza in û di xweşî û nexweşiyan de yekdeng in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanê belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.

Serok Barzanî bang li hemû xelkê Kurdistanê û cîhanê dike ku alîkariya nûjenkirina Kobanê bikin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê serbilind ê Kurdistanê

Di saya berxwedan û qehremaniya şervanan û Hêzên Piştevaniya Pêşmerge Kobanê bi xoragirî ma û neket û terorîstên dagîrker rastî şikestineke mezin hatin û Kobanê ser keftin.

Di encama wê êrişa zalimane ya terorîstên DAIŞê li ser bajarê Kobanê yê qehreman, hejmarek zêde ji xuşk û birayên me ji wî bajarê xweştevî koçber bûn û mal û hale xwe hiştin. Herwiha ji ber şer û dirindiya terorîstên beşê herî mezin ji bajarê Kobanê wêran bû.

Terorîstan dixwest bi têkbirin û wêrankirina wî bajêrî dawî li hebûna kurdan jiyanê li vî bajêrî bînin, lê Kurdistan bi xoragirî û canfedaya xwe rê neda rê neda ku ev pilana terorîstan ser bigire.

Niha piştî azadbûna wî bajarî pêwîst e jiyan ji nûv re li Kobanê dest pê bike û were avakirin û xuşk û birayên me bi serbilindî vegerin bajarê xwe.

Hevkarîkirin û pêşkêşkirina alkariyê bo avadankirina Kobanê û destpêkirina dûbare jiyanê ya li vî bajarî de erkekî neteweyî û nîştimanî ya me hemûya ne.

Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.

Her wekî çawa li dema êrişa terorîstan, em hemû bi dil û bi can ligel Kobanê bûn û çûna Pêşmerge ya Kobanê nîşana yekdengî û hevsoziya neteweyî bû, pêwîst e niha jî li qonaxa avakirina jiyanê û nûjenkirinê de bi hemû şiyanekî ve em ligel Kobanê bin û ev peyama bihêz bigihê hemû cîhanê ku gelê Kurd xwediyê yek doza hevbeş e û di xweşî û nexweşiyan de yekdeng û yekgirtî ne.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
06.03.2015

Nûçeyên têkildar