Serok Barzanî: Teror metirsî ye bo ser tevahiya cîhanê..Em ti carî piştgîriyên Kanadayê jibîr nakin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Kanadayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ku pêşmerge terorîst şikandiye û estûreya terorîstan jî ji nav biriye û 15 hezar km çarguş ji destê terorîstan azad kiriye.
Îro 5-3-2015 li Hewlêrê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Kanadayê Rob Nichilson û heyeteke pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de Rob Nichilson jiber pêşwaziya han û afirandina derfeta hevdîtinê spasiya Serokê Kurdistanê kir û balkêşande ser êrişên terorîstên DAIŞê yên bo ser asayîşa cîhanê û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada girêdayî şîretên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê ye û heta niha di warê piratîkî de jî bi awayekî çalak di hevpeymanî de erkê xwe cîhbicîh kiriye.
Nichilson di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku Kanada berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Kurdistanê û got: Vê Kanada bi awayekî dem dirêj hevkariyên xwe yên leşkerî û însanî bo Kurdistanê bidomîne û di pêşerojeke nêz de jî di warê teknolojî, çandin û darayî de peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê berfiretir bike.
Nichilson diyar kir ku Kanada beşdarî kirin di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bi erkê xwe yê bo parastina asayîşa cîhanî dizane.
Heyeta mêwan herwiha spasiya Serok Barzanî û gelê Kurd kir ku bêyî ti cudatî hevkariya penaberên deverên din yên Îraqê ên ku hatine Kurdistanê kirine.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Serok Barzanî jî spasiya hikûmet û gelê Kanadayê kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya gelê Kurd û hêzên pêşmerge kirine û asta hevkarî û hemahengiya tîmên leşkerî yên Kanadayê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bi girîng wesif kir û got: Gelê Kurdistanê ti carî hevkarî û piştgîriyên Kanadayê ji bîr nake.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya Amerîka û hevpeymanan jî kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya pêşmerge kirine û ev hevkariyên han bi girîng wesif kir.
Serok Barzanî behsa aware bûna hijmareke zêde ji xelkê Iraqê jî kir û ragehand ku bi sedan hezar welatî ji ber gef û metirsiyên terorîstan aware bûne û hêzên pêşmerge bi canê xwe wan penaberan diparêze û hevkarî kirina wan Penaberan jî erkekî însanî û nîştimaniye.
Serok Barzanî got: Baştirîn rê bo hevkarîkirina Penaberan vegerandina wan bo warên wan û parastina wan ji êrîşên terorîstane.
Serok Barzanî derbarê şerê dijî terorîstan de jî eşkere kir ku pêşmerge terorîst şikandiye û estûreya terorîstan jî ji nav biriye û 15 hezar km çarguş ji destê terorîstan azad kiriye.
Di dawiya hevdîtina han de Serok Barzanî piştgîriya xwe bo berfiretirkirina peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Kanadayê de diyar kir û ev biryara han ya hikûmeta Kanadayê jî bi pêngaveke girîng wesif kir.
Serok Barzanî herwiha spasiya Kanadayê jî kir ku di rojên dijwar de deriyên xwe bo gelê Kurd vekiriye û hijmareke welatiyên Kurd li vê welatî hatine bicîhkirin




