Serok Barzanî: Raperîn werçerxîneke dîrokî di jiyana gelê Kurdistanê de bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 24emîn salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, divê kurd ji hemû demekê zêdetir yekrêz bin û destkeftên xwe biparêzin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (5ê Adarê) bi helkefta 24emîn salvegera Raperîna Başûr peyamek belav kir. Naveroka peyama Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ez bi helkefta salvegera raperîna mezin a sala 1991ê û azadbûna bajarên Kurdistanê ji destê rêjîma Beisî ya şovenîstî, pîrozbahiyek germ li hemû welatên Kurdistanê, malbatên serbilind ên şehîd û pêşmergeyên qehreman, aliyên siyasî û hemû çînên Kurdistanê dikim. Ez spasiya gelê berxwedêr û şehîdperwerê Kurdistanê jî dikim ku bi xwîna xwe pişta Pêşmerge girtin û destana Raperînê nivîsandin.
Raperîn, berdewamiya xebata tevgera rizgariya Kurdistanê û werçerxîneke dîrokî di jiyana gelê Kurdistanê de bû ku bi xwe re azadî û destkeftên biqîmet anî.
Serhildana gelê Kurdistanê û Pêşmerge li dijî zulm û dagîrkeriyê nîşana bihêzbûna îradeya gelê Kurdistanê bû li dijî serkutkirin û dagîrkeriyê her wiha peyamek bû ji bo hemû cîhanê ku gelê Kurdistanê ti carî bindestî û sitemê qebûl nake.
Raperîna mezin a gelê Kurdistanê ji ber wê yekê bi ser ket çimkî hemû hêz û aliyên siyasî û gelê Kurdistanê bibûn yek û di yek çeperê de bûn. Ev serkeftina mezin nîşan dide ku em kengê bibin yek em dikarin destkeftên mezin bidest bixin.
Eger hinek caran ruxmî xebat û qurbanîdanê gelê Kurdistanê nekariye destkeftan bidest bîne ji ber wê bûye ku em yekrêz nebûne ne dujmin bihêz bûye.
Raperîn, dersa yekrêzî û şerê li dijî zulm û dagîrkeriyê û serkeftina gelê me ye, divê em vê dersê ji bo hemû qonaxên xebata gelê xwe bikar bînin.
Niha jî ku gelê me di qonaxeke hestiyar û zehmet de derbas dibe û li dijî terorîstan şer dike, divê hîn zêdetir em yekrêziya xwe xurt bikin û destkeftên xwe biparêzin û serkeftinê ji gelê xwe re misoger bikin.
Bijî Kurd û Kurdistan
Şehîdên rêya azadiyê namirin




