Heta sibe dê 500 milyon dolar ji Tirkiyeyê bigihê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Medîne Şernexî ragihand ku, heta sibe, dê 500 milyon dolar ji Tirkiyeyê bigihê Kurdistanê.
Medîne Şernexî Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand: “Biryar e îro heta sibe ew 500 milyon dolarê Herêma Kurdistanê yê ku ji Tirkiyeê deyîn kiriye, bigihê Herêma Kurdistanê, ku bi wan pereyan dê mûçeyê fermanberan were dabeşkirin.”
Şernexî wiha domand: “Dema pere bigihên, dê rasterat mûçeyê meha yekê were belavkirin.”
Derbarê egerê şandina pereyan ji aliyê Bexdayê, Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê wiha got: “Diyar e Bexda hîn pere neşadine û ti dengûbasê şandinê jî nine.”




