Îtalya bo Nêçîrvan Barzanî: Emê li ser perwerdeya Pêşmerge berdewam bin

Îtalya-KDP.info- Li gorî rzporteke malpera Relief Web Wezîrê Derve yê Îtalyayê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gotiye ku, di naverasta vê sale de welatê wî bi awayekî mezin tevlî hevpeymaniya navdewletî bibe û dê li ser perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berdewam bin.
Di wê raportê de hatiye ku Wezîrê Derve yê Îtalyayê di dawiya gotina xwe de ligel Nêçîrvan Barzanî de gotiye: “Îtalya ji naverasta îsal de, welatekî serke dibe di hevpeymaniya navdewletî de di asta rêberiya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de.”
Wezîrê Derve yê Îtalyayê herwiha tekez kir ku, “Alîkariyên Îtalya yên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam bin, herwiha dê meşiq û rahênana Hêzên Pêşmerge jî berdewam be.”




