Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê tê Hewlêrê.. Emê perwerdeya Pêşmerge berdewam bikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Îsmet Yîlmaz bi serdanekê gihişe Bexdayê û sibê wê serdana Başûrê Kurdistanê bike. Yîlmaz li wir ragihand ku ewê li ser perwerdeya Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê berdewam bin.
Wezîrê Bergiriyê Iraqê Xalid Ubeydî li Bexdayê pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê Tirkiyeyê Îsmet Yîlmaz kir û piştî wê hevdîtinê herdu aliyan persiva pirsên rojnamevanan dan.
Îsmet Yîlmaz di wê civînê de ragihand: “Emê piştgirî û perwerdeya ku didin hêzên Iraqê û Hêzê Pêşmerge berdewam bikin.”
Yîlmaz wiha got: “Tirkiye amade ye zaniyarên îstixbaratê û alîkariya lojestîk ji bo operasyona kontrolkirina Mûsilê pêşkêş bike.”
Wezîrê Bergiriyê Tirkiyeyê tekez kir ku welatê wî dê ligel birayên xwe yên Iraqê be ji bo kontrolkirina bajarê Mûsilê.
Derbarê vê mijarê de jî, Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê Xalid Ubeydî got: “Operasyona kontrolkirina Mûsilê wê tenê ji aliyê Iraqê ve pêk were û ev yek şerê Artêşa Iraqê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Parlamenterê Bereya Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de Ayden Merûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Îsmet Yîlmaz îro êvarê dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên pile bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.”
Ayden Merûf wiha got: “Ew serdan dê rojekê dirêj bike û sibe dê serdana kampa perwedekirina Hêzên Pêşmerge li Soranê bibe û ligel Wezîrê Pêşmerge bicive.”
Merûf wiha domand: “Di serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê de, Îsmet Yîlmaz dê behsa êrişa ser Mûsilê û alîkariya Hêzên Pêşmerge jî bike.”




