26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Azad: Navenda Muxalîfan ji Tirkiyê çû Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Fermanderê Artêşa Azad Riyad Esed ragihand ku Artêşa Azad A Suriyeyê navenda fermandariya xwe ji Tirkiyeyê biriye Sûriyeyê.


Jêderê xeberê fermandarekî Artêşa Azad A Sûriyeyê ye. Berê navnîşana baregeha bingehîn ya Artêşa Azad A Suriyeyê li ser malpera wan wek Hatay dihat nîşan kirin, lê ji ber daxwaza Tirkiyê adres hatibû guherindan û cihekî Sûriyeyê hatibû nişandan.


Ev rûdan jî wiha tê şîrovekirin ku bandor û hêza Artêşa Azad A Sûriyeyîyê li dijî Esed roj bi roj zêde dibe. Ji bo vê jî bargeha xwe ya bingehîn barî Sûriyeyê kirin.

Herweha jêderekî mûxalefetê ku nêzîkî Riyad Esed e got ew fermander berî du rojan giyeştiye Suriya.

 

Nûçeyên têkildar