26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokomar tekez li ser pêwîstiya berdewambûna di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û di wê hevdîtinê de her du aliyan tekez li pêwîstiya berdewambûna gotûbêjan û pabendbûna herdu aliyan bi rêkeftina di navbera Hikumeta Navendî û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.

Nîvroya îro sêşem 04.03.2015 Fuad Mesûm Serok Komarê Iraqê li havîngeha Pîrmam serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di kombunê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê li ruyê siyasî û emnî ve xistin ber behs û guftûgoyê, her wiha behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirubuna terorîstên DAIŞ kirin û xweragirî û azayetiya bêwêneya Pêşmerge li vî derbarî de bi bilind hate nirxandin.

Li hevdîtinê de Serok Komarê Iraqê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serokê Herêma Kurdistanê kir û pirse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî hemû kesukar û malbatên serbilindên wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li rûbirubuna terorîstên DAIŞê de canê xwe gorî kirin û gihîştin karwana şehîdan û bi xwîna xwe parêzgeriyê li destkeftên giranbihayan kir.

Her li vê kombunê da peywîst bi peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr her du alî tekez li pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan û pabendbûna her du aliyan bi rêkkeftinnameya di navbera Hikumeta Navendî û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin û bi taybetî ku pabendbûna bi ‌rêkkeftinan li berjewendiya Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê daye.

Serok Barzanî jî wê yekê dûpatkir ku Herêma Kurdistanê berdewam dibê li piştgîrîkirina proseya siyasî û Hikumeta nû ya Iraqê.

Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa jiyan û rewşa wê hejmara zêdeya koçber û penaberan kirin ku weku penagehekî aram xwe spartine Herêma Kurdistanê û Dr. Fuad Mesum destxweşiyê li gelê Kurdistanê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku wê xelkê lêqewimî himbêz kiriye bi taybetî li vê rewşa dijwar da.
Her ji bo wê yekê jî bi pêwîst zanîn ku Hikumeta Federal erk û berpirsiyariya xwe ya beramber yarmetîdana koçberan de bi cîh bîne.

Nûçeyên têkildar