Şeşo daxwaza vekişandina Heşdê Şeibî dike..Pêşve bên dê ziyanê bibînin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê li şûna hemû êzîdiyan diaxive û ti kurdekî êzîdî naxwaze Heşdê Şeibî bê navçeyên wan. Herwiha dibêje, bila ew hêz li navçeyên ku pêşve hatine vegerin paşve ji ber ku dê ziyaneke mezin bibînin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdên êzîdî bi ti awayekî nahêlin Heşdê Şeibî bê navçeyên wan. Eger birayê min jî berpirsê wan be, em qebûl nakin bên navçeyên me, lewma em daxwaz dikin ku çiqasî zû ye ji wan navçeyên ku li wan pêşve hatine, vegerin û eger venekişin dê ziyaneke mezin bibînin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, “Serokê Herêma Kurdistanê li şûna hemû êzîdiyan diaxive û ew gotin nerast e ku dibêjin hinek kurdên êzîdî daxwaza Heşdê Şeibî dikin, derbarê navçeyên me, Serok Barzanî çi bike û çi bêje em ligel wî ne û em pêşmergeyên Barzanî ne.”
Qasim Şeşo wiha domnad: “Moralê Hêzên Pêşmerge li Şingalê û navçeyên din pir bilind e û hêza Heşdê Şeibî li ti navçeyekî kurdistanî nîne.”
Şeşo gotina xwewiha qedand: “Vegera xelkê bo navçeyên xwe berdewam dike, lê heta niha Hikûmeta Iraqê ti alîkariyek pêşkêşî wan navçeyên rizgarkirî nekiriye û tişta ku tê kirin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê radibe.”




