26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka: Çekên me dê rasterast bigihên Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de General John Allen got Amerîka bi awayekî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re dişîne.

General John Allen ku di şerê DAIŞê de şêwirmendê Obama ye di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Amerîka bi awayekî rasterast çekan ji pêşmerge re dişîne.

Allen di çarçoveya sîmînarekê li Desteya Atlantîkê li Washingtonê de pirsa pirsa “Gelo çekên Amerîka diçin balafirgeha Bexdayê û piştre digihêjine Hewlêrê?”wiha bersivanad: “Na, ew rasterast diçin Hewlêrê.”

Şêwirmendê Obama herwiha got, ew tenê bi razîbûna Bexdayê çekan dişînin, ji ber ew dixwazin Iraq yekparçe bimîne.
 

Nûçeyên têkildar