26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Ya baş terorîst birevin..Baştir e ku xwe ji ber agirê Pêşmerge biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê – Dubiz ragihand ku, rewşa eniya wan gellekî ker û aram e, lê Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne, lewma ya baş ew terorîst ji vê deverê burevin û xwe ji agirê Hêzên Pêşmerge biparêzin.

Dr. kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê – Dubiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Eniya Rojavayê Kerkûkê – Dubiz gellekî ker û aram e û Pêşmergeyên qehreman bi çavekî vekirî li eniya şer in bo parastina axa Kurdistanê. Eger ti tevgera wan hebe, em bilez li wan didin û bera wan didin.”

Derbarê pêşeroja DAIŞê li wê deverê, Dr. kemal Kerkûkî wiha got: “Ya baş ew terorîst ji vê deverê burevin û xwe ji agirê Hêzên Pêşmerge biparêzin. Ji ber ku bi piştrastî nabe yek çekdarê DAIŞê li ser vê axê bimîne û bi hêviya xwedê û gelê Kurdistanê dawiya wan ya reş nêzîk bûye.

Kerkûkî wiha domand: “Serok Barzanî pêşmergeyekî dilsozî Kurdistan e û hemû jiyana xwe xistiye bin xizmeta Kurdistanê û bihêzkirina Hêzên Pêşmerge û parastina axa Kurdistanê. Rola wî pir girîng e di hemû aliyan de, ew jî ji ber karîzma û hêza wî ya siyasî li hemû cîhanê û wek serokê dewleta kurdî mamele ligel wê tê kirin.”

Nûçeyên têkildar