Seywan Barzanî: Îtalya piştevaniya xwe bo me dûpat kir..Dê birîndarên me derman bike

Îtalya-KDP.info- Dr. Seywan Barzanî Balyozê Iraqê li welatê Îtalyayê ragihand ku, Îtalya biryar daye ku pêşmergeyên birîndar ên ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne, derman dike. Herwiha tekez dike ku Hikûmeta Vatîkan û Îtlaya piştevaniya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge diyar kirin.
Balyozê Iraqê li welatê Îtalyayê Dr. Seywan Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Îtalya pir girîng bû. Hikûmeta Vatîkan û Îtlaya piştevaniya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge diyar kirin.”
Dr. Seywan Barzanî wiha domand: “Îtalya dergehê xwe xwe vekir ku bi awayekî baş piştevaniya Hêzên Pêşmerge were kirin. Ev cara sêyemîn e ku li ser astê biyanî şerdaneke wisa li Vatîkan tê kirin.”
Balyozê Iraqê li Îtalyayê wiha got: “Îtalya piştevaniya xwe bo xelkê Kurdistanê dûpat dike. Herwiha Îtalya biryar daye ku pêşmergeyên birîndar ên ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne, derman dike.”




