Îtalya soz da Nêçîrvan Barzanî ku ewê li ser piştgiriya mirovî û serbazî bo Kudistanê berdewam be

Îtalya-KDP.info- Serokwezîrê Îtalya ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re got, em we piştrast dikin ku piştgîrî û alîkariyên me yên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be. Herwiha da zanîn ku Hêzên Pêşmerge peyama xoragirî û azayî dan hemû cîhanê.
Îro duûemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û şanda pê re li Roma ligel Metêyo Rênzî Serokwezîrê Îtalya.
Di destpêka wê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo piştevanî û alîkariya mirovî û leşkerî ya Îtalya bo Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Metêyo Rênzî Serokwezîrê Îtalyayê wiha got: “Em we piştrast dikin ku piştevaniya mirovî û leşkeriya me bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe û ji bi jinavbirina terorê em hemû piştgiriyekê li Herêma Kurdistanê dikin û rê û pêzanîna welatê xwe bo azayetiya pêşmerge di şerê li dijî terorê dûpat dikin, ku wek peyama xoragirî û azayetiyê ye bo hemû cîhanê.”
Serokwezîrê Îtalyayê wiha domand: “Îtalya dê li hemû aliyekî de û bêtir ji berê alîkariya Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî stratejî ye û em xwe wek dostê gelê kurd dibînin, lewma Îtalya biryar daye ku asta nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî bilind bike û bi vê em dixwazin peyamekê bidin hemû cîhanê ku niha rewşa Herêma Kurdistanê ji berê baştir e. Ji me re girîng e ku ev aramiya li Herêma Kurdistanê heye, berdewam bike.”




