25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocalan: Barzaniyê nemir sembola yekbûna gelê Kurdistanê ye..kurd fêrî xebat û têkoşanê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan dibêje, Barzaniyê nemir Barzaniyê nemir sembola yekbûna gelê Kurdistanê ye. Kurd fêrî xebat û têkoşanê kirin.

Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 36emên salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir ez daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku yekrêz û yekgengiya xwe biparêzin, da ku bêtir pirsgirêkên wan nemînin.”

Ocalan wiha got: “Barzaniyê nemir ne tenê serokê partiyekê bû, lê belê serokê neteweya kurd bû, ew bêtirî nîv sedeyî bo rizgarkirina neteweya xwe xebat kiriye. Di saya kesayetiya Barzaniyê nemir de kurd bûn xwedî biryar û fêrî xebat û têkoşanê bûn. Barzaniyê nemir di yekem roja xwe de heta dawiya emrê xwe xizmeta gelê kurd kiriye.”

Osman Ocalan eşkere kir ku “Barzaniyê nemir zanayekî mezin bû bo kurdan. Zanîbû dê çi çêbibe, dijmin çiqasî bihêz dibû, ew jî bi ser wan de serdikeft.”

Ocalan wiha domand: “Her kesek ku xebat û têkoşîna Barzaniyê nemir fêmkiribe, xebatê ji miletê xwe re dike, ji ber ku ew ji bo gelê xwe jiya ye û ji roja yekê heta dawiya jiyana xwe bergirî li mafê kurdan kiriye û amade nebû rojekê jî saziş li ser mafê kurdan bike.”
 

Nûçeyên têkildar