Şingal.. 28 terorîst hatin kuştin..81 term gihîştine Mûsilê

Mûsil-KDP.info- Jêderekî agahdar ji rewşa Mûsilê ragihand ku, şevê din heta vê sibehê 81 termên DAIŞê gihîştine bajarê Mûsilê, helbet tenê îro sere sibehê li Şingalê 28 terorîst ji wan hatin kuştin û 5 otomobîlên wan ên hamar hatin şewitandin.
Seîd Memozînî Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din heta vê sibehê termên 81 terorîstên DAIŞê ji eniya Mexmûr û Guwêr û Şingalê hatine kuştin, veguhestine bo bajarê Mûsilê.”
Memozînî wiha domand: “Vê sibehê çekdarên DAIŞê li eniya Şingalê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê bi xerabî hatin şikestin û 28 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 5 otomobîlên wan ên hamar jî şewitandine, ku ew terorîst nema digihên birevin.”
Seîd Memozînî wiha got: “Rewşa nava bajarê Mûsilê gellekî xerab e û her duhî jî, 62 mal hatin wêrankirin û terorîstan bi wê hêncetê destê 4 kesan jê kirin, lê di rastî de ew kes ji ber bikaranîna telefonê, ku wek sîxwir hatin girtin.”




