25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Papa spasî û destxweşî li Herêma Kurdistanê kir.. Nêçîrvan Barzanî daxwazek ji Papa kir

Çavkanî: KDP.info

Vatîkan-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Papayî Vatîkanê Pope Francis diyar kir ku, ji ber hatina hejmareke zêde ji koçber û derbideran, barê li ser milê Hikûmea Herêma Kurdistanê gelekî giran bûye û daxwaza alîkariyê jê kir, Pope Feancis jî destxweşî li Herêma Kurdistanê kir.

Îro, 02.03.2015, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şande pê re li Vatîkanê ligel Papayê Vatîkanê Pope Francis civiya.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê bigiştî kirin, herwiha pêşhatên dawî yên şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de kurteyek li ser pêkvejyaniya olî û neteweyî û mezhebî li Herêma Kurdistanê kir, di beramber de Pope Francis spasiya wê tebabî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye kir, rola Herêma Kurdistanê jî di rûbirûbûna terorê û parastina xelkên navçeyê bi “Cihê rêz û spasiyê da zanîn.”

Derbarê rewşa koçberan de jî, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku “Ji ber hejmara zêde ya koçber û derbideran, di rewşek dijwar de ye û barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî giran e.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Pope Francis kir jî ku “Welatên alîkarî bexiş û civaka navdewletî han bide da ku bi awayekî baştir alîkariya koçber û penaberan bikin û ji aliyê mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Pope Francis spasî û destxweşî li Herêma Kurdistanê kir ku bêyî cudahî bi hawara koçber û derbideran ve hatiye û penageh ji wan re peyda kiriye û alîkarî û pêwîstî pêşkêşî wan kirine.”
 

Nûçeyên têkildar