Qadir Ezîz: Di saya xebat û berxwedana Barzaniyê nemir de, em gihîştin gellek hêviyên xwe

Silêmanî-KDP.info- Sekreterê Partiya Pêşerojê Qadir Ezîz dibêje, serkirdayetiya Barzaniyê nemir gellek wate da gelê kurd û şoreş û bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, ji wan jî berxwedan û rijdbûn li ser mafên rewa.
Sekreterê Partiya Pêşerojê Qadir Ezîz ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi boneya 36 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir, silav ji bo cane pak ê wî serkirdeyê mezin ê gelê me. Oxirkirina wî di demekê pir dijwar de bû ku heta niha cihê wê nehatiye dagirtin.”
Qadir Ezîz wiha got: “Xebata Barzaniyê nemir di wê dema dijwar de bû û tevî wê jî Barzanî serkirdeyekî bihêz û karîzma qonaxa xwe bû.”
Ezîz wiha domand: “Serkirdatiya Barzaniyê nemir gellek wate da gelê kurd û şoreş û bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, ji wan jî berxwedan û rijdbûn li ser mafên rewa.”
Sekreterê Partiya Pêşerojê Qadir Ezîz gotina xwe wiha qedand: “Di saya xebat û berxwedana Barzaniyê nemir de, em gihîştin gellek hêviyên xwe.”




