26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Dezgeha Barzanî: Destkeftên Kurdistanê bi rêberiya Barzaniyê Nemir bidest hatine

Çavkanî: KDP.info

Barzan-KDP.info- Bi boneya 36emîn salvegera koça dawî ya bavê ruhê neteweya kurd Barzaniyê nemir wek erkekî niştîmanî û nîşandana wefaya xwe ji bo xebat û têkoşîna wî bo gelê kurd, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana mezarê nemiran li devera Barzan kir û di gotarekê de amaje bi destkeftên niha ên Kurdistanê kir, ku di saya xebat û berxwedan û qurbaniya gelê kurd bi rêberiya Barzaniyê nemir bidest hatine.

Îro bi boneya 36emîn salvegera koça dawî ya bavê ruhê neteweya kurd Barzaniyê nemir û bi mebesta nûkirina peyman û wefadariya xwe ji bo Barzaniyê nenir, Şêx Ezîz Şêx Reza Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana mezarê nemiran li Barzan kir û ji aliyê Şêx Xelat ve hat pêşwazîkirin.

Şêx Ezîz Şêx Reza gotinek pêşkêşkir û amaje bi rol û xebat û têkoşîna Barzaniyê nemir kir di qonaxên cuda ji şoreşa kurdan kir.

Herwiha Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amaje bi destkeftên niha ên Kurdistanê kir, ku di saya xebat û berxwedan û qurbaniya gelê kurd bi rêberiya Barzaniyê nemir bidest hatine.

Nûçeyên têkildar