25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gotûbêja dawî di navbera Barzaniyê nemir û Kîsincer..Her xembarê êş û azara xelkê bû

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Dr. Şefîq Qezaz kesayetiya nêzîkî Barzaniyê nemir behsa xebat û têkoşana general Mistefa Barzanî dike û dibêje, ji hemû rêberên berî xwe û piştî xwe jî cuda bû, ku her xembarê êş û azara xelkê bû.

Kesayetiya nêzîkî Barzaniyê nemir Dr. Şefîq Qezazî di biranîna koça dawî ya Barzaniyê nemir de, ji malpera KDP.info re dibêje: “Min bi 2 awayan Barzaniyê nemir nas dikir, yekem wek serkirde ku xwedî xebateke dûr û dirêj bû, herwiha kesekî netirs û dilsoz bo welatê niştîman û neteweya xwe qurbanî daye, lewma ez wî ji serkirdeyên kurd ên niha û yê berê jî cuda dikim . Duyem, wek mirov, ku ez derdora 3 mehan şev û roj ligel wî bûm, dema ku ez şûm bo Amerîkayê ew di karên rojane yên xwe de xwedî taybetmendiyên pir xweş bû, ku pir sade û rûxweş bû, guh li me digirt û nêrînên xwe digot. Pir nêzîkî xelkê bû, ku ev jî yek ji taybetmendiyên wî, ku gellekî alîkariya serkeftina xelkê dikir, hem wek serkirde û hem jî wek mirov, ku her xembarê êş û azara xelkê bû.”

Dr. Şefîq Qezaz wiha domand: “Barzaniyê nemir ji hemûyan bêtir xema şikestina şoreşê dixwar, ji ber ku ji dil bi xebat û şoreşê radibû, lewma di gotûbêja wî de ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Kîsincer re, ku ez wergerê wî bûn, got: Min şoreşek ji dest da, ti daxwaza min nine, lê daxwaza min ji Amerîka ew e ku pirsa kurd bike beşek ji bernameya sereke ya hikûmeta xwe.”

Bi gotina Dr. Qezaz, Barzaniyê nemir digot, eger nikarîbû tevahiya armancên gelê kurd bidest bîne, bila welatên cîhanê bibin şahidê xebata vê neteweyê.

Nûçeyên têkildar