Pêkhatên Kurdistanê: Destkeftên îro berhema xebata Barzaniyê nemir in

Hewlêr-KDP.info- Nûnerên pêkhatên cuda yên Herêma Kurdistanê, behsa xebata Barzaniyê Nemir dikin û dibêjin, wî ti cudahî di navbera pêkhatên Kurdistanê de nedikir û tekez dikin ku, ew destkeftên ku niha bidest hatine vedigerin bo serdem û xebata Barzaniyê Nemir.
Nûnerê kurdên êzîdî li xula borî ya Parlamentoya Iraqê û kesayetiya diyar a kurdên êzîdî Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e hemû kurd spasiya xwedê bikin ku serokekî wek bavê ruhê neteweya kurd Barzaniyê nemir hebû, ku ji kurdan re wek xelatekê bû, ji ber ku xebateke mezin bo hemû gelê kurd û mirovatî û demokrasiyê kiriye û rêberê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bû.”
Mehma Xelîl wiha domand: “Barzanî di jiyana xwe de pir girîngî bi pêkhata êzîdiyan dida û bi ti awayekî û di ti demekê de cudahî nedixist di navbera Çiyayê Şingalê û çiyayên din ên Kurdistanê, herwiha saziş li ser axa Kurdistanê nekiriye, lewma em dilxweş in ku kurdên êzîdî bi xebata Barzaniyê nemir tên naskirin û ew destkeftên ku niha bidest hatine vedigerin bo serdem û xebata Barzaniyê Nemir.”
Nûnerê Tirkimanan di Encumena Parêzgeha Hewlêrê de Îmad Refet ji malpera KDP.info re ragihand: “Barzaniyê nemir, ne tenê sembola neteweya kurd e, lê belê sembola xelkê Kurdistanê ye, ji ber ku ne tenê ji neteweya kurd re xebart dikir, bi taybetî jî ji tirkimanan, wek mînak di beyannameya 11ê Adarê de, Barzaniyê nemir beriya ku daxwaza mafê kurdan bike daxwaza mafê tirkimanan kir, herwiha Serok Barzanî jî li ser rêbaza wî dice, ji ber ku di dema nivîsandina destûrê Iraqê de, daxwaza mafê tirkimanan kir, bi bû ku nûnerê me li wir be, û em jî vê yekê jibîr nakin û dîrokeke girîng e ji bo me.”
Îmad Refet wiha domand: “Di dema xebata bavê ruhî yê neteweya kurd de, ti cudahî di navbera neteweyan de nebû û destkeftên îro berhema xebata Barzaniyê nemir in.”
Ji aliyê xwe ve, Romyo Hekarî ji pêkhata aşûriyên Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em vê rojê bi bîr tînin ku xebata Barzaniyê nemir her di bîra me de ye. Em wek aşûrî ku di şoreşa Îlonê de beşdar bûn, xebata wî qehremanê mezin ji bîra me naçe.”
Romyo Hekarî wiha domand: “Xebatek ku ji serdema Barzaniyê nemir dest pê kiriye û niha jî berdewam dike di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi rêberiya Serok Barzanî ku heman hizir û rê ye berdewam dibe û em hêvîdarin berdewam jî bibe, destkeftên îro berhema xebata Barzaniyê nemir in.”




