Serok Barzanî: Ez bi wefata Yaşar Kemal pir xemgîn bûm
__2015_03_01_h18m46s13__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew ji ber wefata nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal pir xemgîn bûye û dibêje, romanên Yaşar Kemal mîna xezîneyeke biqîmet dê hertim zindî bimînin.
Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal duh di temenê 92 saliyê de wefat kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bona wefata nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew bi wefata Yaşar Kemal pir xemgîn bûye.
Naveroka peyama Barzanî ev e:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Dema min xebera wefata romannivîsê navdarê kurd Yaşar Kemal bihîst, ez pir xemgîn bûm. Helwesta Yaşar Kemal ya mirovane, nivîs û romanên wî, ku rastiya civakî, siyasî, arîşe, mezlûmiyet û tengaviyên kurdan tînin ziman, mîna xezîneyeke biqîmet dê her tim zindî bimînin.
Peyam û helwestên vî camêrê mezin li dijî serkutkirina gelan, dengvedana rûhê lihevhatin û pevrejiyanê ya gelê kurd bûn. Jidestdana Yaşar Kemal ziyaneke mezin e ji bo gelê Kurdistanê.
Ez ji ber vê yekê sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, navendên kulturî û edebdostan re dixwazim. Rûhê rehmetî bi bihişta bilind şad bibe.




