Îro roja oxirkirina rêberê neteweya gelê Kurd e

Hewlêr-KDP.info- Îro roja oxirkirina Rêberê neteweya gelê Kurd General Mistefa Barzaniyê Nemir e.
Di yekê Adara sala 1979 Rêberê netewî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî piştî temenek têkoşan û berxwedan ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Gorge Tawn a Amerîkayê de wefat kir.
Bi vê minasebetê Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê û li seraserê cîhanî de bi çalakiyên curbicur di roja yekê Adarê de Rêberê xwe yê Nemir bi bîrtînin.
Nemir Mele Mistefa Barzanî piştî wefat kirinê, termê vî ji bo Tehranê tê weguhastin û pişt re jî termê Nemir bo bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê tê weguhastin û ji aliyê hezaran Kurd ve tê pêşwazîkirin û bi beşdariya Kurdên her çarparçeyên Kurdistanê termê Nemir Barzanî li vê bajarê ji axa Kurdistanê re tê spardin û piştî raperîna mezin ya gelê Kurd a sala 1991an termê Nemir Barzanî bo gundê Barzanê ya li Başûrê Kurdistanê tê weguhastin.




