Xelkê Kobanê: Serok Barzanî li me xwedî derket..Em bi hatina Pêşmerge kêfxweş bûm

Kobanê-KDP.info- Xelkê herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê êdî vedigerin mal û warê xwe. Hinek ji wan li ser şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî dibêjin, Serok Barzanî bi vê yekê xwedî li me derket.
Piştî ku herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hat dorpêçkirin, bi deh hezaran kurdên wê herêmê neçar man mal û warê xwe bihêlin û birevin Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Lê piştî ku bajarê Kobanê û pirraniya gundên wê herêmê ji aliyê hêzên Pêşmerge û YPGê ve hatin rizgarkirin, xelkê Kobanê yên reviyabûn Bakur, hêdî hêdî vedigerin mal û warê xwe.
Jina bi navê Îşo Elî, ku 5 zarokên wê hene û temenê wê 44 sal in, got, emê vegerin gundê xwe. Yên Kobanê rizgar kirin Xwedê ji wan razî be. Wan xaka me malên me rizgar kirin. Bijî Pêşmerge, bijî Mesûd Barzanî.
Bedîa Bozan jî ku 8 zarokên wê hene û 48 salî ye, got, her çiqas malên me li Kobanê wêran bûne lê emê dîsa vegerin Kobanê. Eger av tine be jî emê ava baranê vexwin, tenê bila em vegerin welatê xwe. Bila malên me qurbana şehîdên me bin.
Bedîayê diyar kir ku di şerê DAIŞê de kurd hemû li hev xwedî derketin û got, Xwedê ji hemû kurdan razî be. Me dît ku Serok Mesûd Barzanî li me xwedî derket. Bira, birayê xwe tenê nahêle.
Pîremêrê bi navê Îbrahîm Casim jî spasiya Pêşmerge û YPGê kir ji bo rizgarkirina Kobanê û got, ez pir kêfxweş bûm dema Pêşmerge derbasî Kobanê bûn.
Mistefa Sebrî jî ku nû bibû bav û vegeriyabû Kobanî, got, em dema ji destê DAIŞê reviyan em digiriyan lê niha em bi kêfxweşî vedigerin Kobanê.
Rûdaw




