26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Zêbarî beşdarî civîna wezîrên derve yên welatên erebî li New Yorkê dibe

Çavkanî: KDP.info

Nûnerê Iraqê di yekitiya erebî de, Qeys Ezawî, diyar kir, wezîrê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî dê beşdarî civîna wezîrên derve yên welatên erebî li New Yorkê bibe.

Qeys Ezawî, ji AKnewsê re got, roja çarşema bê, 26 Îlonê, wezîrê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî, dê beşdarî civîna welatên erebî û Amerîka Başûr bibe ku dê li bajarê New York yê Amerîka bê sazkirin.

Ezawî, diyar kir, Zêbarî dê serokatiya civînê bike ji ber ku Iraqê serokê demî yê yekitiya erebî ye.

Qeys Ezawî, da zanîn, di civînê de dê li bara sazkirina kongreya erebî- Amerîka Başûrê gotûbêj tê kirin û sekreterê yekitiya erebî, Nebîl Eerebî jî dê axaftinekî bike.

Nûçeyên têkildar