26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nivîskarê kurd Yaşar Kemal koça dawî kir

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal di temenê 92 saliyê de îro koça dawî kir.

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal, ku demek dirêj bû nexweş bû, li bajarê Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Yaşar Kemal, ku ji ber nexweşiyê ji roja 14ê Çileya îsal ve rakiribûn nexweşxanê, di temenê 92 saliyê de xatir ji jiyanê xwest.

Navê rast ê Yaşar Kemal, Kemal Sadiq Gokçelî ye û sala 1923ê li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyeyê hatibû dinê. Kemal di bûyerekê de çavekî xwe ji dest dabû.

Yaşr Kemal, di pola dawî ya qonaxa navendî de neçar dimîne dest ji xwendinê berde û ji bo debara malbata xwe kar bike. Sala 1950ê ji ber sedemên siyasî salekê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê. Piştî demek kurt bû rojnamevanê rojnameya Cuhmhuriyetê.

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, gellek roman û berhemên wî yên edebî hene. Gellek berhemên wî xelatên mezin wergirtine. Roman û berhemên wî bo 40 zimanan hatine wergêran. 

Nûçeyên têkildar