Kerkûkî: Cibexaneyek DAIŞê hat şewitandin..10 terorîst jî hatin kuştin

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya Rojavayê Kerkûk – Dubizê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, vê êvarê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeper û navendên DAIŞê li eniya Rojavayê Kerkûk – Dubizê dan ber bombeyan û di encamê de 10 terorîst hatin kuştin û cibexaneyek DAIŞê bi temamî hat şewitandin û heta niha jî agir tê de ye.
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê eniya Rojavayê Kerkûk – Dubizê ji malpera KDP.info re ragihand: “Vê êvarê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li aliyê pira Fethe, navend û çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.”
Kerkûkî wiha domand: “Di wê operasyonê de, terorîstên DAIŞê bûn armanca balafiran û 10 kes ji wan hatin kuştin û yek jî bi birîndarî reviya, lê me bi çekên doşka lê da û ew kuşt.”
Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: “Di wan lêdanan de cibexaneyek DAIŞê bi temamî hat şewitandin û heta niha jî agir tê de ye.”




