Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya bo Mesrûr Barzanî: Dostên we li Londonê hene

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêşwaziya Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê de ragihand ku, pêwîst e Brîtanya bêtir rolê xwe bibîne û tekez li ser praktîzkirina rola serkirdatiya wî welatî kir ku di şerê li dijî DAIŞê de bo peydakirina çekên giran û zirêpoşan bo Hêzên Pêşmerge kirine. Ji aliyê xwe ve General Ser Sîmon Mayal ragihand ku daxwaza Herêma Kurdistanê bo çekên zêdetir ji aliyê Hikûmeta Brîtanya ve hatiye berçavgirtin.
Îro şemeyê 28-2-2015 Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê General Ser Sîmon Mayal kir.
Di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî ronahî xist ser destkeft û pêşveçûnên bedewam ên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û daxwaz ji General Ser Sîmon Mayal kir ku, pêwîst e Brîtanya bêtir rolê xwe bibîne û tekez li ser praktîzkirina rola serkirdatiya wî welatî kir ku di şerê li dijî DAIŞê de bo peydakirina çekên giran û zirêpoşan bo Hêzên Pêşmerge kirine û got: “Herêma Kurdistanê di bin guvaşeke dijwar a leşkerî, darayî û mirovî de ye.”
Ji aliyê xwe ve, General Ser Sîmon Mayal ragihand ku, di çend hefteyên bê de, wê Brîtanya wek beşek ji rola xwe di vê hevpeymaniyê de pêdiviyên zêdetir bo pûçkirina mayînan peyda bike.
Herwiha got: “Daxwaza Herêma Kurdistanê bo çekên zêdetir ji aliyê Hikûmeta Brîtanya ve hatiye berçavgirtin û hewlên wê di vê derbarê de berdewam dikin.”
Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê wiha got: “Ji aliyê siyasî ve, em pabendî piştevaniya û alîkariya Herêma Kurdistanê ne û dostê we li Londonê hene.”




