Kantona Kobanê: Qehremaniya Pêşmerge, berxwedaniya kurdan bihêztir kir

Kobanê-KDP.info- Cîgirê Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanê Îdrîs Nesan behsa mêrxasiya Hêzên Pêşmerge dike di azadkirina Kobanê de, û di wê baweriyê de ye ku destank tomar kirin û hiştin ku civaka navdewletî bi çavekî din li yekîtiya kurdan binerin.
Îdrîs Nesan Cîgirê Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li dervey bajêr şervan û hêzên Pêşmerge li aliyê rojhilat gihîştine dawiya herêma Kobanê. Li aliyê başûr gihîştine ser rêya Helebê û li aliyê rojava jî gihîştine çemê Feratê. Li hinek cihên Kobanê bi hezaran kes katine kuştin, lewma bi alîkariya Hêzên Pêşmerge hemû navçeyên hatine rizgarkirin.”
Nesan wiha got: “Hêzên Pêşmerge qehremaniyeke mezin tomar kirine û roleke mezin û girîng û dîrokî dîtine û berxwedana kurdan bihêz kirin û hiştin ku civaka navdewletî bi çavekî din li yekîtiya kurdan binerin. Dema ku Hêzên Pêşmerge hatin Til Hemîs û şervanan çûn Mexmûrê wê demê yekîtiyek di nava kurdan de serîhilda. Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba niha rewşa niha ji azadiya Kobanê bi dest nedihat, ji ber ku Hêzên Pêşmerge bi çekên xwe ên giran gellekî alîkariya şervanan kirin û gellek nemaye ku herêma Kobanê bi temamî were paqijkirin.”




