26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta niha 600 kurdên êzîdî azad bûne..3 hezar di destê DAIŞê de mane

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berdevkê kurdên êzdî li Şingalê ragihand ku, bi hewl û keda Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge di 3 rojên borî de 62 welatiyên kurdên êzîdî li navçeya Teleferê ji destê DAIŞêrizgar bûn û gihîştine nav malbat û kesên xwe.

Mehma Xelîl Berdevkê kurdên êzdî li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge bo azadkirina kurdên êzîdî berdewam in û di 3 rojên borî de 60 kurdên êzîdî li Teleferê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne û gihîştine nav malbat û kesên xwe.”

Xelîl wiha got: “Beriya 3 rojan 44 kurdên êzîdî hatin rizgarkirin û duhî jî 18 kesên din, ku bi vî awayî 62 kes rizgar bûne û di nava kesên rizgarkirî de jin, kal û zarok hene.”

Mehma Xelîl tekez kir ku, “Heta niha 600 kurdên êzîdî azad bûne û 3 hezar di destê DAIŞê de mane.”

Nûçeyên têkildar