Hêzên Pêşmerge 2 emîr û 35 terorîst kuştin

Şingal-KDP.info- Çekdarên DAIŞê li Şingalê ji 4 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî besiva wan dan û 2 emîrên wan kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din seat 21:30 çekdarên DAIŞê ji 4 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî êrişa wan têk birin.”
Emîd Haşim Sîteyî wiha got: “Şer heta seat 23:00 berdewam dikir. Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin.”
Sîteyî wiha domand: “2 emîr û 35 terorîstên DAIŞê di wî şerî de hatin kuştin. Navê wan Ebû Yaqûb û Ebû Umer bûn. Herwiha hejmarek termên wan li cihê şer mane.”




