Şeşo: Heta meha nîsanê, yek çekdar li şingalê namîne

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, plana rizgarkirina Şingalê hatiye amadekirin û Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind li hêviya fermana êrişê ne. Herwiha da zanîn ku heta meha nîsanê yek çekdarê DAIŞê li nava Şingalê namîne û dê hemû werin derxistin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên li devera Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşeroja terorîstên DAIŞê li navçeyên kurdistanî neman û jinaçûn e. Planên êrişê hatine amadekirin û Hêzên Pêşmerge bi moralekî li hêviya fermanê ne.”
Şeşo wiha got: “Bêguman ev plan bi siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî serkeftî dibe, lewma ez di wê baweriyê de me ku heta meha nîsanê yek çekdarê DAIŞê li Şingalê namîne û dê hemû werin derxistin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Berdewam terorîstên DAIŞê êriş dikin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan êrişan didin û êrişên wan têk dibin.”




