Pêşmerge û şervan bi tundî bersiva DAIŞê dan..76 DAIŞ kuştin

Kobanê-KDP.info- Ji dema ku DAIŞ ji gundên herêma Kobanê hatiye derxistin û Pêşmerge û şervanan ew gund xistine destê xwe, bo cara yekê terorîstên DAIŞê li rojhilatê Kobanê karîn êriş bikin ser hêzên kurdî, lê bi tundî bersiva êrişa wan dan û 76 çekdarên wan kuştin.
Efserê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Neqîb Rizgar Behram Şêrwanî ji malpera KDP.info re ragihand: “ji dema ku çekdarên DAIŞê ji gundên herêma Kobanê hatine derxistin û piştî demeke dirêj terorîstên DAIŞê karîn êrişî li aliyê rojhilat karîn êrişeke berfireh bikin, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û şervanan ve bersivek tund dîtin û hatin şikestin.”
Neqîb Rizgar Behram wiha got: “Ji duhî ve heta niha, 76 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.”




